På legimus.se använder vi kakor (cookies) för att webbplatsen ska fungera på ett bra sätt för dig. Läs mer om kakor
Jag Accepterar
  1. Använda Legimus
  2. Appen Legimus
  3. Läsa
  4. Våra medier
  5. Vanliga frågor
  6. Lästips
  7. För bibliotek
  8. Student
  9. Barn och unga
  10. Lättläst
  11. Andra språk
    1. Arabiska / اللغة العربية
    2. Bosanski/hrvatski/srpski
    3. Engelska/English
    4. Farsi/ فارسی
    5. Finska / Suomi
    6. Franska / Français
    7. Jiddisch / אידיש
    8. Lulesamiska / Julevsámegiella
    9. Nordkurdiska / Kurmancî
    10. Nordsamiska / Davvisámegiella
    11. Romani / kelderash
    12. Romani / Arli
    13. Ryska / Русский
    14. Somaliska/Soomaali
    15. Spanska / Español
    16. Sydkurdiska / Sorani
    17. Sydsamiska / Åarjelsaemien
    18. Thailändska/ ภาษาไทย
    19. Tigrinska/ ትግርኛ
    20. Tornedalsfinska / Meänkieli
    21. Tyska / Deutsch
  12. Om webbplatsen
  13. Mina sidor
Sökfilter
Start för innehåll

Nordkurdiska / Kurmancî

Em yên ku li MTMê ne ji bo kesên ku ji ber seqetîyekê xwendina teksta nivîskî jê re zor e kitêban berhev dikin û bi deyn didin. Seqetî dikare:

  • zorîya xwendin û nivîsandinê be
    • bînahîya lawaz be
    • seqetîyên din yên fîzîkî, wek astengîya hereketê û têkçûna bihîstinê, bin
    • seqetîya zihnî be seqetîyên nefsî-esebî, wek autism û ADHD [Nexweşîya têkçûna terkîz û baldarîyê û zêdebûna çalakîyê], bin
    • seqetîyeka miweqet ya ji ber nexweşî yan birîndarbûnê be.

Gelek kes yên ku zimanê swêdî ji bo wan zimanê duyê ye dixwazin kitêbên dengî yên bi swêdî û bi zimanên din bixwînin. Lê, tenê kesên ku ji ber seqetîyekê zorê dibînin ku teksta nivîskî bixwînin dikarin kitêbên dengî deyn bikin.

Kitêbên dengî çi ne?

Kitêbên dengî li gor awarteyekê ji Qanûna mafê talîfê tên berhev kirin. Ew ji bo kesên ku ji ber seqetîyekê xwendina teksta nivîskî jê re zor e hatine xwendin. Hin kitêbên me yên dengî hem bi deng û hem bi tekst in. Di wan kitêban de, tu dikarî li ser şaşeya/ekrana komputerê yan mobîlê teks û wêneyan bibînî û di heman demê de guhdarîyê bikî.

Deynkirina kitêbên denîg

Hemû kitêbxaneyên Swêdê kitêbên dengî bi deyn didin. Tu kitêban bi rêya CD, USB yan flaşmemorîyê deyn dikî. Belge ne hewce ye, tenê tu bibêjî ku hewcedarîya te bi kitêbên dengî heye têrê dike. Deynkirin her wext belaş e. Ji karmendan bibpirse, ew dê bi kêfxweşî alîkarîya te bikin.

Dakişandina/Barkirina kitêbên dengî

Tu dikarî jî kitêban yekser ji kataloga me ya dîjîtal Legimusê dakişînî. Kitêbxaneya te alîkarîya te dike ku tu navekê bikaranînê û şîfreyekê peyda bikî û nîşanî te didin ka tu dê çi bikî.

Xwendina kitêbên dengî

Tu dikarî kitêbên dengî bi awayên cuda bixwînî: bi rêya teypeka taybetî ya xwendina kitêbên dengî, di komputerê de, di mobîlê de yan di tabletê de.

Ji bo ku tu di mobîlê yan tabletê de bixwînî, appa me, ku navê wê Legimus e, bi kar bîne. Ew jî belaş e. Tu bi rêya hesaba xwe ya ku te li kitêbxaneyê peyda kiriye daxilî appê dibî.

Kitêbên brailleyê (ji bo koran)

Em kitêbên brailleyê jî bi gelek zimanan bi deyn didin. Ji bo ku tu bibî deynkerê kitêbên brailleyê, peywendîyê bi me bike.

Kîjan kitêb ji bo deynkirinê hene?

Tu dikarî di Legimusê de bibînî ka ji bo deynkirinê kîjan kitêbên dengî û kitêbên brailleyê hene. Li vê derê, tu kitêbên bi formên din jî peyda dikî. Em dikarin jî alîkarîya te bikin ku kitêban ji welatên din deyn bikin.

Legimus li www.legimus.se ye.


Texten som PDFFilikon för  Texten på Kurmanji som PDF

 

Telefontider idag

Svarstjänsten

Punktskrifts- och prenumerationsservice

Senast ändrad: 2018-02-22 | Legimus